Agahiyek ji bo raya giștȋ li hundir ȗ derveyȋ Kurdistanȇ

Weke komeke șarezayan di warȇ jȋnge ȗ jȋngeparȇziyȇ de, ji bo parastina jȋngȇ Kurdistanȇ ji tȇkdan ȗ wȇrankirinȇ, me di sala 2010an de partiyekȇ bi navȇ (Partiya Sewza Kurdistanȇ ) damezrand. Herwiha me jȇ re malperrekȇ internetȇ jȋ vekir ku navnȋșanȇ wȇ yȇ elektronȋ li jȇr hatiye nivȋsandin.

Partiya me her ji sala 2010an șunde, bȗ endama Kongira Netewa Kurdistan (KNK) ȗ pirraniya hȇzȇn siyasiyȇn Kurdistanȇ șahidȇn vȇ rastiyȇ ne.

Her ji bo agahdariya gȋrseya gele Kurdistanȇ ȗ statuya herȋ giring ku partiyek bikare di bin siya wȇ de kar bike, hebȗna mafȇn mirovan ȗ azadiye, heya bi awayeke mutleq bikare konsept, pilan ȗ fikrȇn xwe di wȇ ҫarҫovȇ de pȇk bȋne.

Muxabin li Kurdistanȇ ne tenȇ tishtekȇ wiha tine ye, belkȋ berovajiya wȇ roj bi roj dibe șert ȗ mercȇn jiyanȇ ȗ werar ȗ geșbȗna mirovahiyȇ beref warȇ nerȇnȋ dibe. Loma karkirin, xebata rijd, cidȋ ȗ bi bername ya Partiya me di gel atmosfera Bașurȇ Kurdistanȇ nabe ȗ lihev nake. Ji ber vȇ yekȇ jȋ, me tekezȋ li ser karȇn nivȋsandin, hușyarȋkirin ȗ destnișankirina pirsgirȇk ȗ kȇmasȋ ȗ astengiyȇn jȋngeyȋ kir.

Ewa em li vir dixwazin bȇjȋn ewe ku malperreke facebookȇ bi navȇ partiya me ( Partiya Sewza Kurdistanȇ) hatiye vekirin ȗ navnȋșanȇ wȇ jȋ li jȇr hatiye nivȋsandin ȗ hejmarek kesan bi navȇ sekerter ȗ bȋroya siyasȋ ya Partiya Sewza Kurdistanȇ, xwe didin nasandin ȗ li gelek cihan jȋ bi navȇ vȇ partiyȇ axiftin kirine, mȋna ku em ȗ ev kesane yek partȋn e. Lȇ bi ti awayȋ ȗ ne ji dȗr ȗ ne jȋ ji nȇz ve tȇkeliya me bi vȇ grupȇ re nȋne ku li Silȇmanȋ ȗ Baziyan kar dike.

Em ji tevahiya partiyan, rȇkxistinan ȗ dostȇn xwe dixwazin ku agahdarȋ vȇ rastiyȇ bin ȗ li malperrȇ me binȇrin, ҫunke dȋrok ȗ demȇ damezrandina partiya me weke belgeyek di programȇ partiyȇ de hatiye qeyid kirin.

Herwiha tevahiya zanyariyan rastiya karȇ me nȋșan didin, loma pȇwȋste ev grupe, dawȋ ji karȇ xwe yȇ narewa ȗ bȇqanȗnȋ bȋne ȗ dest jȇ berde. ji ber ku bawerȋ jȋ bi dadgehȇn Kurdistanȇ nayȇ kirin ku bikarin karȇn bȇ qanȗnȋ ji hevdu derbixin, loma em hawara xwe ji wan re jȋ nabeyin, ҫunkȋ em dizanin bȇ feyde ye.

Bi vȇ wesȋleyȇ, em dixwazin hemȗ aliyan agahdar bikin ku karȇn vȇ grupȇ di gel karȇn kesȇn jȋngeparȇz naguncin,. Ҫunkȋ karȇ herȋ pȇșȋnȇ jȋngeparȇziyȇ ewe ku xal ȗ bendȇn mafȇn mirovan ȗ azadiya karkirinȇ ne tenȇ ji bo xizmetkirina mirovan, belku ji bo xizmetkirina tevahiya canliberan pȇk bȋne, . Bi vȇ yeke jȋ re dixuyȇ ku grupa navbirȋ pirinsȋp ȗ statuya mafȇn mirovan binpȇ kiriye ȗ bȇ qanuniya xwe nȋșan daye.

Di gel rȇza Partiya Sewz a Kurdistanȇ

14/1/2017

Tȇbȋnȋ:

Navnȋșanȇ malperra me eve : http//www.green-kurd.org

Navnȋșanȇ Malperra wȇ grupȇ jȋ li ser facebookȇ wiha ye:

http//www.facebook.com/slemanibazyan

الإعلان العالمي لحقوق الإنسان

دستور اقليم كردستان باللغة الكردية

دستور اقليم كردستان باللغة العربية